Budapeşt
From Wikipedia, the free encyclopedia
Budapeşt (bi mecarî: Budapest) paytexta Mecaristanê ye. Navê wê ji yekbûna du bajaran (Buda û Peşt) pêk hatiye. Bajarê herî mezin ê Mecaristanê ye. Herwiha navenda siyasî, çandî û bazirganî ya mecaran e.[1] Li gorî serjimara 2011an li Budapeştê 1.733.685 niştecih hene.[2] Bajar li ser erda 525 çargoşe kîlometre hatiye avakirin. Budapeşt di 17ê çiriya paşîn a 1873an de, bi yekbûna sê bajarên li derdora çemê Dunayê, yên bi navên Buda, Peşt û Óbuda pêk tê.[3][4]
Budapeşt Budapest (Mecarî) | |||||
Galeriya Budapeştê | |||||
| |||||
Damezrandin 17ê çiriya paşîn 1873 | |||||
Kargêrî | |||||
---|---|---|---|---|---|
Welat | Mecaristan | ||||
Dûgel | Mecaristan | ||||
Herêm | Mecaristana Navendî | ||||
Navçe | 23 navçe (kerület) | ||||
Şaredar | Gergely Karácsony | ||||
Demografî | |||||
Gelhe | 1.733.685 (2011) | ||||
Berbelavî | 3.301,3 kes/km² | ||||
Erdnîgarî | |||||
Rûerd | 525,16 km² | ||||
Koordînat | 47°28′19″Bk 19°03′01″Rh | ||||
Dem (UTC) | UTC+1 | ||||
Agahiyên din | |||||
Koda postayê | 1011–1239 | ||||
Koda telefonê | 1 | ||||
Malper | http://english.budapest.hu | ||||
Nexşe | |||||
Budapeşt li ser nexşeya herêmên Mecaristanê |
Dîroka Budapeştê bi niştecihbûna keltan destpê dike.[5] Cihê ku kelt pêşî lê bicehdibin piştre dibe paytexta herêma Panonyaya Jêr a Împeratoriya Romê. Gelê mecar di sedsala 9an de digihne herêmê.[6] Ev cihê pêşî di navbera salên 1241-1242an de ji aliyê mongolan ve tê talankirin.[7] Di sedsala 15an de ji nû ve tê avakirin. Piştî şerê Mohaçê ku bajar dikeve destê Osmaniyan û 150 salî li vê herêmê serweriyê dikin.[8] pêşketina Budapeştê heta sedsalên 18 û 19an didome. Piştî sala 1873an ku yekbûna wê pêk tê, Budapeşt dibe bajarekî girîng ê gerdûnî.[9] Di sala 1918an de dibe paytexta duyem a Awistirya-Mecaristanê.
Gelek cih û berhemên dîrokî li Budapeştê hene. Keleha Buda, Kolana Andrássy, Qada Lehengan hinek ji wan e. Metroya Budapeştê di cîhanê de rêhasina binerdê ya kevn a duyem e.[10][11] Herwiha sînagoga duyem mezin a cîhanê û parlamena sêyem mezin a cîhanê jî li Budapeştê ne. Lewma her sal 2,3 milyon turîst diçine bajar.[12]