Kîev
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kîev an jî Kiyîv (bi ûkraynî Київ, Kiyîv), paytext û bajarê herî qerebalix ê Ûkraynayê ye ku bajêr li navenda bakurê Ûkraynayê ye û li ser peravê Çemê Dnîperê hatiye avakirin. Li gorî daneyên 1ê çileya sala 2022an nifûsa bajêr 2.952.301 kes e ku bajêr bûye heftemîn bajarê herî qerebalixê li Ewropayê ye.[1] Kîev navendek girîng a pîşesazî, zanistî, perwerdeyî û çandiyê li Ewropaya Rojhilat e. Li bajêr gelek pîşesaziyên teknolojiya bilind, saziyên xwendina bilind û nîşanên dîrokî ye hene. Li gel Metroya Kîevê bajêr xwediyê pergalek berfireh a veguhastina giştî ye.
Kîev
| |
---|---|
| |
Київ | |
Navê(n) din: | |
Kîev li ser nexşeyê | |
Koordînat: 50°27′0″Bk 30°31′25″Rh | |
Parzemîn | Ewropa |
Dewlet | Ûkrayna, Ukrainian Soviet Socialist Republic, Ukrainian People's Republic, Komara rûsî, Împeratoriya Rûsî, Tsardom of Russia, Polish–Lithuanian Commonwealth, Mîrîtiya Mezin a Lîtvanyayê, Golden Horde, Rûsa Kiyevê, Ukrainian State, Reichskommissariat Ukraine, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst, Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst |
Paytexta |
|
Dema avabûnê | 482 |
Damezrîner | Kyi, Shchek, Khoryv, Lybid |
Îdarî | |
• Şaredar | Vitali Klitschko (2014–) |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 848 km2 (327 sq mi) |
Bilindahî | 179 m (587 ft) |
Nifûs | 2.952.301 (2022) |
Dem | |
Koda telefonê | 44 |
Plakaya erebeyê | AA, KA |
Malper | kyivcity |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Tê texmînkirin ku navê bajêr ji navê Kyi, yek ji çar damezrênerên bajêr ên efsanewî tê. Di dîrokê de, Kîev, yek ji kevintirîn bajarên Ewropaya Rojhilat e ku di çend qonaxên berbiçav û nezelal de derbas bûye. Bajar dibe ku di sedsala 5an de wekî navendek bazirganî bûye. Bajêr Niştecîhek Slavî ya li ser rêya bazirganiya mezin a di navbera Skandînavya û Konstantînopolîsê de bû. Kîev heta nîvê sedsala 9an de ku ji aliyê Varangiyan (Vîkîngan) ve bajêr hate desteser kirin, parek ji xezaran bû. Di bin desthilatdariya Varangian de, bajêr dibe paytexta Kievan a Rus ku yekem dewleta Slaviya Rojhilat bû. Di sala 1240an de di dema êrişên Mongolan de bi tevahî hate hilweşandin, bajar piraniya bandora xwe ya sedsalên pêş de winda kir. Piştî Lîtvanya, Polonya û bajêr dikeve bin desthilatdariya Rûsyayê. Bajêr di sedsala 16an de dibe navendek girîng a fêrbûna Ortodoks û piştre di sedsala 19an de jî bajêr bûye navenda pîşesazî, bazirganî û rêveberiyê.[2]
Bajêr di dawiya sedsala 19an de di dema Şoreşa Pîşesaziyê ya Împeratoriya Rûsyayê de carek din dîsa geş bû. Di sala 1918an de, dema ku Komara Gel a Ûkraynayê piştî Şoreşa Cotmehê li wir serxwebûna xwe ji Komara Rûsyayê ragihand, Kîev dibe paytexta komarê. Di dawiya şerên Ûkrayna-Sovyet û Polonî-Sovyetê de di 1921an de Kîev dibe bajarekî KSSya Ûkraynayê û di sala 1934an de dibe bajarê paytexta KSSya Ûkraynayê. Bajar di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de rastî wêraniyek xirab hatiye lê di salên piştî şer de zû geş dibe û dibe sêyem bajarê herî mezin ê Yekîtiya Sovyetê.
Piştî belavbûna Yekîtiya Sovyetê û serxwebûna Ûkraynayê di sala 1991an de, Bajêr wekê paytexta Ûkraynayê dimîne û hatina pêleke domdar a koçberên ûkrayniyên etnîkî yên ji herêmên din ên welêt rû da. Di dema veguherîna welat ber bi aboriya bazarê û demokrasiya hilbijartinê ve, geşbûna Kîev berdewam dike ku bajêr dibe bajarê herî mezin û dewlemend ê Ûkraynayê ye. Hilberîna bajêr ya pîşesazî ya girêdayî çekan piştî hilweşîna Sovyetê kêm bû ku bandorek neyînî li zanist û teknolojiyê kir. Lê beşên nû yên aboriyê yên wekî xizmetguzarî û darayî mezinbûna bajêr di mûçe û veberhênanê de hêsan kir û fonên berdewam ji bo pêşkevtina avahiyan û binesaziya bajarî peyda kir. Kîev wek herêma herî pro-rojava ya Ûkraynayê derket holê û partiyên ku alîgirê entegrasyona tûndtir bi Yekîtiya Ewropayê re dikin, di hilbijartinan de biserketin.