Kila ron
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kila ron, rîmel, mesqere, berhemeke kozmetîkê ye, bo nexşandina bijang û kêlîçan e.
Bijangan rep dike, formê dide wê. Dema li bijangan bidin, bijang dirêjtirîn dixuyên, dîtbar dibin.
Di sedsala 19em de ji aliyê damezîrênerê fîrmaya Rimmelê Eugene Rimmel ve hatiye deranderîn. Di gelek zimanan de bi paşnava Rimmel tê binavkirin. Bêjeya mesqere jî ji îtalî ye, tê wateya rûpoşê. Mesqereyên îro tên bikaranîn ji aliyê T.L. Williams ve di sala 1913yê de hatiye çêkirin.
Ji şemayê (şima) ye. Berê toza komirê û vazelîn tevlîhev dikirin, mesqereyên xwe wisa çêdikirin. Fîrmaya Williams a bi navê Maybelline, yekem car firotina mesqereyên îro jî tên bikaranîn kiriye.
Sala 1957ê de di warê hilberîna rîmelê de şoreşek pêk tê. Helena Rubinstein şivik û tûpa rîmelê ya îro heye derdixe bazarê.