Knut Hamsun
From Wikipedia, the free encyclopedia
Knut Hamsun (jdb. 4ê tebaxê 1859 li Lom, Fylke Oppland; m. 19ê sibatê 1952 li Nørholm a li cem Grimstad), navê jidayîkbûnê Knud Pedersen bû ew yek ji giregirên nivîskarên norwêcî yên sedsala 20em tê zanîn. Sala 1920î de Xelata Nobelê ya wêjeyê werdigire.
Knut Hamsun | |
---|---|
Jidayikbûn | 4ê tebaxê 1859 |
Mirin | 19ê sibatê 1952 Nørholm a Grimstad, Norwêc |
Hevwelatî | Norwêcî |
Pîşe | Nivîskar |
Xelat | Xelata Nobelê ya Wêjeyê (1920) |
biguhêre |
Di malbateke kedkar û xizan de jidayîk dibe. Bavê wî kincan didirû û bi wê aboriya malbata xwe bi rê ve dibe. Jiyana wî hêj di zaroktiyê de gelek bi dijwariyan dibore. Perwerdeya olî dibîne. Di gelek kar û kargehan de dixebite. Ji aliyekî ve jî karê nivîsandinê didomîne. Ji bo jiyana baştir diçe Danîmarkayê. Li wir çendekê bi nexweşiya zirav re têdikoşe. Vedigere welatê xwe û sax dibe. Ji bo rojnameyan kuncikan dinivîsîne. Xeyala wî ya mezin çûyîna Amerîkayê bû û ev jî bi alîkariya jineke dewlemend pêk tê û Hamsun diçe DYA'yê. Li wir gelekdi bin bandora Mark Twain de dimîne û ji wêjeya wê hezdike. Dîsa vedigere welêt û dîsa diçe DYAyê dîsa jiyana xwe ya aborî û wêjeyî bi hev re dimeşîne. Gelek birçîbûn, êş û derdan dibîne. Dijwariya biyaniyê û bîriya welêt jiyana wî dadigire û di bin van hestan de berhemên bêhempa dinivîsîne.