Kosova
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kosova (bi albanî: Kosova an Kosovë, serbî: Косово, Kosovo) dewleteke li başûr rojhelata Ewropayê ko xwe wek dewleteke serbixwe daye zanîn. Di 17ê şibatê 2008an de meclîsa Kosovayê serxwebûna xwe ji Serbistanê da zanîn. Ji wê demê ve ji aliyê 101 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî ve weke dewleteke serbixwe hatiye naskirin.
Republika e Kosovës (Albanî) | |||||
Republika Kosovo/Република Косово (Serbî) | |||||
Komara Kosovayê | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Himni i Republikës së Kosovës | |||||
Nexşeya Kosova bi navçeyên xwe | |||||
Zimanên fermî | Albanî û Serbî | ||||
Zimanên herêmî | Tirkî li Prizren | ||||
Zimanên hindikanî | 86% Albanî 10,5% Serbî 3,5% Zimanên din | ||||
Navê nîştecihan | Kosovarî û Serb | ||||
Paytext | Priştîna | ||||
Sîstema siyasî | Pergala parlamenter | ||||
- Serokkomar: Albin Kurti
- Serokdewlet: Vjosa Osmani |
|||||
Rûerd - Giştî |
10.877 km2 | ||||
Gelhe - Giştî (2022) - Berbelavî |
1,8 mîlyon kes 175,4 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | 17ê sibat 2008an | ||||
Dirav | Ewro | ||||
Dem | UTC+1 û UTC+2 Mart/Nîsan | ||||
Nîşana înternetê | ks. | ||||
Koda telefonê | +383 | ||||
Nexşeya Kosovayê li Ewropa |
Sînorên wêyê bi Serbistan, Montenegro, Albanya û Makedonyaya Bakur re hene. Ew nifûsekê ser du milyonan re yê ko bi piranî ji albanan pêk tê dihewirîne. Paytexta wê û bajarê wê yî herî mezin Priştîna ye. Piraniya navenda Kosovayê ji aliyê deşt û zeviyên berfireh ên Dukagjini û Kosovayê ve serdest e. Çiyayên Lanet û Šar li başûrrojava û başûrrojhilat bilind dibin.