Okyanûsa Hindî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Okyanûsa Hindî, di nav pênc beşên okyanûsê yên cîhanê de okyanosa sêyemîn mezintirîn cîhanê ye. Rûava okyanosê 70.560.000 km² (çarçik) e. Ji sedî %19.8 ji ava li ser rûyê erdê digire û xala herî kûr a okyanûsê 8.047 mêtre ye. Okyanûs, ji aliyê bakur ve Asya, li aliyê rojava ve Afrîka û li aliyê rojhilat ve Awistiralya ve hatiye dorpêç kirin. Li gorî pênaseya ku tê bikar anîn, li başûr bi Okyanûsa Başûr an Antarktîkê ve girêdayî ye.[1]