Rengkorî
nexweşiya rengkorî ne yek cor e, lê ji wê nexweşiyê, a herî pirtir li mirov peyda dibe, nexweşiya koriya rengên kesk û sor e. Kesên bi vê nexweşiyê, rengê kesk û rengê sor ji hev dernaxin. / From Wikipedia, the free encyclopedia
Li mirov de têkçûna bînîna rengîn a ji ber tunebûn an jî kêmbûna yek an jî zêdetir corên pîgmentên bînînê, wekî rengkorî (bi înglîzî: color blindness) tê navkirin.[1]
Bînîna rengîn di çavên mîrov de ji aliyê sê cor xaneyên qoçekî ve tê rêkxistin. Her corek xaneya qoçekî, ji bo mijîna ronahiya bînraw corek pîgment lixwe digire. Ronahiya sor, kesk û şîn ji aliyê pîgmentên (opsîn) xaneyên qoçekî ve tê mijandin. Heke di kesek de tunebûna yek an jî zêdetir corên xaneyên qoçekî rû bide, li wî kesî de nexweşiya rengkorî peyda dibe. Kesên rengkor, hin rengan ji hev dernaxin.[2]
Nexweşiya rengkorî cara pêşîn ji aliyê kîmyagerê Înglîzî John Dalton (1766-1844) ve hat şîrovekirin. Loma ji bo vê nexweşiyê, hin caran ji dewsa nexweşiya rengkoriyê, peyva “Daltonîzm” jî tê bikaranîn.[3]