Sigmund Freud
From Wikipedia, the free encyclopedia
Sigmund Freud di 6ê Gulan 1856'ê de li Freiberg (Mähren) anjî ku îro li welatê çîk ê ji dayik bûye. Di 23ê Îlon 1939'ê li London a Brîtanya yê jiyana xwe jidestdide. Bijîşk, pisporê derûnînasiya kûr, avakerê rêgeha psîkoanalîtîk ê, rexnegirê olan e. Yek ji navdarên sedsala 20emîn e.
Sigmund Freud | |
---|---|
Jidayikbûn | 6 gulan 1856 |
Mirin | 23 îlon 1939 London |
Sedema mirinê | Laryngeal cancer (Euthanasia) |
Cihê goristanê | Golders Green Crematorium |
Hevwelatî | împeratoriya Awistiryayê, Cisleithania (–1918), Awistirya (1918–), Almanyaya Nazî (1938–1939) |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Xebat | |
Meqam | |
Hevjîn |
|
Zarok |
|
Dê û bav | |
Xizm | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Herçendî bi xwe miroveke ateîst bû jî, malbata wî bingeh-Cihû bû navê wî yê jidayikbûne Sigismund Schlomo Freud e. Bavê Sigmund, Kallamon Jacob Freud (1815-1896) sêyemîn zevaca xwe bi diya Sigmund Amalia Nathanson (1835-1930) re kiriye. Zaroktiya Sigmund bi xûsk û birayên damariyê re derbasbûye. Bavê wî kesekî bazirgan û dewlemend bû. Mixabin di sala 1857'î de ji ber qeyrana aborî ya wê demê xizan dikeve.
Piştî perwerdehiyeke serkeftî dibe bijîşk û di sala 1882´î de li Nexweşxaneya Giştî ya Wîen dest bi kar dike. Di sala 1885'ê de dibe doçentê Neuropathologiyê. Freud gelek caran li bajar û welatan digere. Derûniya mirov bala wî pirr dikişîne û ew ne li têgihîştinê lê li metoda têgihîştinê digere. Teknîkên wê demê têra wî nakin û ew wan kêm û nebaş dibîne. Gorî wê, sirûştê xweparastineke bêhempa daye mirov û ev yeka han nahêle mirov pirsgirêkên xwe yî derûnî nasbike û derêxîne. Ji bo wê divê mirov hêza vê xweparastinê bêyî êş û azarê bişikîne. Freud dest bi lêgerîn û xurtkirina hîpnotîzma, şîrovekirina xewnan hwd digere.