Wîkîpediya:Nivîsandin û sererastkirina gotaran
From Wikipedia, the free encyclopedia
Ev rûpel bi kurtî: Ev rûpel rêbernameyeke Wîkîpediya kurdî ya fermî ye. Her çend pir caran ji bo Wîkîpediya kurdî taybet be jî di derbarê xebat û guhertinên hevpar de di nav niyeteke baş de ye. Dema ku guhertinên polîtîkayên vê rûpelê pêk hat divê pejirandina hevpar a bikarhênerên Wîkîpediya kurdî li ber çav be û bi pejirandineke hevpar were guhertin.
Ev rûpel beşeke rêbazên fermî ya Wîkîpediya Kurdî ye. Naveroka vê rûpelê bi riya hemfehmiya piraniya bikarîneran hatiye pejirandin. Heke tu bixwazî wê rûpelê biguherînî divê tu beriya guherînê ramanên xwe di rûpela gotûbêjê de rave bikî. |
|
Li gorî polîtîkayên nivîsandina gotarên li Wîkîpediya kurdî pêwîst e hemî bikarhêner ji bo pêşvebirina Wîkîpediya kurdî di nav hewlên xebatên baş de bin. Hemî bikarhênerên Wîkîpediya kurdî di nivîsandina gotarên xwe de zimanekî zelal, şêwazeke ensîklopedîk û bêalî pêk bînin.
Di vê rûpelê de polîtîkayên nivîsandina gotarên li Wîkîpediya kurdî hatine diyarkirin ku wekî "Nivîsandin û sererastkirina gotaran" hatiye binavkirin û li ser çawaniya nivîsandin û sererastkirina gotaran ku li Wîkîpediya kurdî ji aliyê bikarhêneran ve tê nivîsandin e.
Gotarên ensîklopedîk û bi zimanekî zelal û bi zimanekî bi kalîte ji bo hemî wîkîpediyan pir girîng e û Wîkîpediya kurdî jî giringiyeke mezin dide gotarên bi zimanê zelal, şêwazên ensîklopedîk û xebatên baş.