Îzhak Mordexay
From Wikipedia, the free encyclopedia
Îzhak Mordexay (bi îvrît: יצחק מרדכי, Yitzhak Mordechai) di 22'ê sermaweza 1944'an de li bajarê Zaxoyê[çavkanî hewce ye] ji dayika xwe bûye, general, siyasetmedarekî Îsraelê ye.
Îzhak Mordexay | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 22 çiriya paşîn 1944 |
Hevwelatî | Keyaniya Iraqê, Îsraêl |
Perwerde | |
Meqam | |
Partiya Siyasî | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Malbata Mordexay sala 1949'ê diçin Îsraelê. Sala 1962'yê tevlî artêşê dibe û di hêzên çetirbaziyê (sîwanebazî, paraşûtbazî) de cih digire. Li zanîngeha Orşelîmê perwerdeya dîroknasî û zanîna siyasetê dibîne.
Di şerê şeşrojî de fermandariya batalyona çetirbaziyê dike û biser dikeve. Bi vê fermandariya xwe di artêşê de navdar dibe, xelatê werdigire. Sala 1986'ê dibe general. Sala 1995'ê xatir ji artêşê dixwaze.
Sala 1996'ê li ser navê partiya Likudê bo meclîsa Îsraelê Knessetê tê hilbijartin. Dûv re dibe wezîrê parastinê. Di adara 2001'ê de li dijî wî doza destdirêjiya namûsê tê vekirin, bi cezayê 18 mehê tê cezakirin.