Êrîşa li ser Minbicê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Êrîşa li ser Minbicê, bi navê kod Operasyona Şehîd û Fermandar Feysel Ebû Leyla ya QSD’ê ye, operasyoneke leşkerî ya sala 2016’an a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû, ku ji bo girtina bajarê Minbicê ji destê Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ), û di dawiyê de, deverên di bin destê DAIŞê de ji El-Babê heta Herbelê, li devera jê re "Keba Menbicê"[21] [22] ya bakurê parêzgeha Helebê tê binavkirin.[23] Armanca sereke ya vê êrîşê qutkirina rêyên dawî yên dabînkirina DAÎŞê ji Tirkiyê bû û rêgirtin li derketina çekdarên DAÎŞê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê bû.[14] [24] [25] Di pênc rojên destpêkê yên êrîşê de, koalîsyona bi pêşengîya Amerîka zêdetirî 55 êrîşên esmanî ji bo piştgirîya HSDê pêk anîn.[24] Piştî girtina bajarê Minbicê di 12'ê Tebaxê de, HSDê ragihand ku wê êriş berdewam bike heta tevahiya gundewarên derdora Minbicê were kontrolkirin,[10] tevî êrişa bi awayekî bandorî bi dawî bû piştî ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê operasyona Mertalê Firatê dabû destpêkirin ji bo pêşîgirtina li yekkirina herêmên Rojava.[26]
Êrîşa li ser Minbicê | ||
---|---|---|
| ||
Yekîne | ||
Syrian Democratic Forces
International Freedom Battalion Asayish[9] British SOF (alleged)[16] |
{{{yekîne2}}} |