Şehrezûr
From Wikipedia, the free encyclopedia
Şarezûr, Şahrîzor an jî Şehrezûr bajarekî li Başûrê Kurdistanê ye ku di navbera Silêmanî û Derbendîxanê de dimêne. Dîroka wê, diçê ta dema Medan. Tê gotin ku ji aliyê Zehaq (Zanhaq) ve hatiye avakirin.[çavkanî hewce ye] Keyê wê yê kurd ku hem navê wî pirr derketiye û dema wî weke demeke zêr hatiye dîtin Yezdankerd e.[çavkanî hewce ye] Kurdên Şahrîzorê, yarsanî ne.
Şahrîzor, weke mîrgeheke ku navê wê di Avestayê de jî bi cih bûye. Heta sedsala şeşem a piştî zayînê Şahrîzorê hebûna xwe domandiye.[çavkanî hewce ye] Di sala 642an de, rastî hêrîşên ereban tê. Bi salan rastî hêrîşê tê û piştre Şahrîzor dikeve.[çavkanî hewce ye] Tê gotin ku dema ku Şahrîzor ket, pirtûkxaneyên wê bi hezaran nivîsar û binatêr hebû jî, ji holê hatine rakirin.