Birca Eiffel
From Wikipedia, the free encyclopedia
Birca Eiffel, carina jî Birca Eyfelê (bi fransî: tour Eiffel), birca ji hesin di cîhanê de mîna sembola Parîsê tê nasîn. Navê xwe ji muhendîsê ku ew çêkiriye Alexandre Gustave Eiffel digire. Birca Eiffel her sal ji aliyê nêzîkî 6 milyon turîstî ve tê ziyaretkirin. Birca Eiffel di navbera salên 1887 û 1889an de ji aliyê fîrmaya Gustave Eiffel ve, ji bona pîrozbahiya 100emîn salvegera Şoreşa Fransî hatiye çêkirin.[çavkanî hewce ye]
Agahiyên Praktîk Tour Eiffel, Dewlet ...
Birca Eiffel
| |
---|---|
48°51′30″Bk 2°17′40″Rh | |
Dewlet | Fransa |
Li beşa îdarî | |
Dema avabûnê | |
Jê îlhamgirtî | |
Koda postayê | 75007 |
Malper | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Bigre
Birca Eiffel 300 metreyan bilind e. Heft salan carekê bi 60 ton boyaxî tê rengkirin. Rengkirina bircê ji aliyê 25 kesan ve tê kirin û 15 mehan dikşîne.