Gafiş (Gentiana) navê çîneke riwekênfamîleya gafiş û melvaşan (Gentianaceae) e. Hin cureyên gafişan bi dermanfiroşiyê tên çandin, hinek jî bo baxçevaniyê. Salane, dusalane û pirrsalane ne. Li seranser erdxanê nêzîkî 300 heya 400 cureyên vê riwekê hene. Li Afrîkayê nayên dîtin. Pirranî li nîvkada bakur diçên. Li Ewropayê 35 cure hatine hejmartin, bi taybetî li Alpan.