Georg Büchner
From Wikipedia, the free encyclopedia
Georg Büchner (bi Soranî: گێۆرگ بۊشنەر), helbestvanê destpêkê yê realîzma almanî, kurê doktorekî rêzdar li Darmstadt bû.
Li Strasbourg û Giessenê zanistên xwezayî, bijîşkî û felsefeyê xwendiye. Di sala 1834’an de li Hessenê ji ber hestên îdeal beşdarî têkoşînên siyasî dibe û li Darmstadt û Giessenê “Komeleya Mafên Mirovan (bi almanî: Gesellschaft für Menschenrechte)” ava dike. Di sala 1835’an de ji ber broşûra xwe ya sosyalîst “Nûnerî Hessenî (bi almanî: Der Hessische Landbote)” neçar ma, ku bireve Strasbourgê. Li wir xwendina xwe domand û doktoraya xwe wergirt. Di Mijdara 1836’an de wî habilitasyona xwe wekî mamosteyek taybet di anatomiya berawirdî de li Zanîngeha Zurîxê qedand.
Wek şanoger Büchner li pêş dema xwe bû. Wî bi xurtî bandor li serdemên şêwaza paşerojê yên wekî xwezayîparêzî û Ekspresyonîzmê kir û hinekî jî pêşbîn kir.