Hestiyê sîngê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Hestiyê sîngê an jî depê sîngê[1] (bi îngilîzî: sternum / breastbone)[2].
Di laşê mirovên pêgehiştî de hestiyê sîngê hestiyek dirêj û pan e, li ser dîwarê pêşî ya qefesa sîngê de di navbera parsûyan de cih digire[3]. Li gel parsûyan, dil û pişikan diparêze. Hestiyê sîngê ji sê hestiyên bi hev re zeliqî pêk tê û dişibe xencerek. Hestiyê beşa jorîn, hestiyê herî fire ye, dişibe destika xencerê û wekî manubriyum (manubrium) tê navkirin. Hestiyên pirika mil yên pelepeykerê bi manubriyumê ve girêdayî ne. Herwisa kirkirkên cota parsûyên yekem jî bi manubriyumê ve girêdan ava dikin[4]. Hestiyê ko dişibe devê xencerê, hestiyê duyem a hestiyê sîngê ye. Ev hestî hestiyê herî dirêj ê hestiyê singê ye û wekî ten (bi îngilîzî: body) tê navkirin. Ten bi beşa jêrê manubriyumê ve girêdayî ye. Ji xeynî parsûyên serbest (parsûyên 11. û 12.), parsûyên duhem heta dehem bi beşa ten a hestiyê sîngê ve bi navbeynkariya kirkirkên parsûyan giradayî ne[5]. Hestiyê seyêm a hestiyê sîngê dişibe serê xencerê. Ev hestî wekî niçika zîfoîd( xiphoid) tê navkirin. Niçika zîfoîd heta dawiya temenê 40 saliyê, wekî kirkirk e, paşê hestîbûna wî rû dide[3]. Niçika zîfoîd li kotahiya hestiyê singê de cih digire, li aliyêkî ve bi hestiyê tenê ve girêdayî ye, serê vî yê din bi masûlkeyên navpençikê ve girêdayî ye[4].