Jean Piaget
From Wikipedia, the free encyclopedia
Jean Piaget (jdb. 1896 - m. 1980) yek ji psîkologên navdar ên Swîsreyî ye.
Agahiyên Praktîk Jidayikbûn, Mirin ...
Bigre
Piaget li ser zarokan xebatên mezin kiriye. Gorî Piaget, zarok xwedî kesayetî, zîrekî û cîhaneke taybet in û nabe mirov wekî mezinan nêzîkî wan bibe. Bi serê xwe di cîhana zarokan de nakokî nîne. Zarok dema xwe bi kesên din re dipîve, nakokî jî destpêdikin.
Piaget berdewamiyek di fêrbûna ziman û pêşketina ramanê de nabîne. Ew di wê baweriyê de ye ku, zarok di hin radeyan de ziman û ramana xwe pêşdixe. 4 radeyên girîng di avakirina hişara zarokan de dibîne:
- 0-18 mang, aktîvasyona organên hestmendiyê, ceribandin
- 18 mang - 6 sal, radeya beriya fonksiyonên ramandinê, amadekarî
- 7 sal - 12 sal, radeya fonksiyonên ramandinê yên realîst
- 12 sal - > Radeya fonksiyonên formel, êdî dikare formel bifikire û kar bike