Ji birayê kurd re
From Wikipedia, the free encyclopedia
Ji birayê kurd re, (bi ûkraynî: Курдському братові) helbestek e ku ji aliyê helbestvanê Ûkrayniyê Vasyl Symonenko (uk) ve di adara sala 1963an de hatiye nivîsandin û heta sala 1965an bi nepenî hatiye belavkirin. Helbesta Ji birayê kurd re yek ji berhemên herî girîng ên Simonenko ye ku bi vê helbestê bûye yek ji girîngtirîn kesayetên wêjeyê ya ûkraynî. Vasyl Symonenko bi vê helbest bûye wekî lehengekê netewî ya ûkraynî. Ev helbest bi awayek bilez bûye sembola berxwedana Ûkraynayê. Simonenko di heman salê de bi dijwarî rastî êrîşa asayîşa dewleta Sovietê tê. Vasyl Symonenko di meha berfanbar sala 1963an, di temenê 28 salî xwe de 9 meh piştî nivîsîna vê helbestê dimire.
Ji birayê kurd re
| |
---|---|
Dema weşandinê | 1965 |
Nivîskar | |
Cure | Helbest |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ev helbest ji aliyê Vasyl Symonenko ve di bin bandora şoreşa Îlonê ya Kurdistanê de hatiye nivîsandin, ji bo Kurdan hatiye nivîsandin, lê di têkoşîna netewî ya Ûkraynayê de jî xwedî mîraseke dîrokî ye. Di sala 1968an de heman helbest bû sirûda neteweyî ya têkoşîna welêt li dijî şovenîzma rûsî.
Helbesta Symonenko şêwaza helbesta Qefqasya (uk) ya klasîk a edebiyata Ukraynayî ya Taras Şevçenko dubare dike. Shevçenko wekî metneke çavkanî bikar tîne, Symonenko rewşa berxwedanê ya li hember Rûsîbûnê (bi zorê danasîna zimanê rûsî) vedibêje. Di destpêka helbestê de, ew ji Shevchenko re dibêje:
“ | Şer bidomînin — hûn bê guman serketinê ne. Xwedê alîkariya te bike! |
” |