Kîrîl û Metodiyos
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kîrîl û Metodiyos, (bi yewnanî: Κύριλλος καὶ Μεθόδιος, Kírillos kai Methódios) du birayên yewnaniyên bîzansî bûn ku di sedsala 9an de li Selanîkê hatibûne dinê.[1][2] Bi mebesta xiristiyankirina gelên slav ên Bulgaristan, Moravyaya Gewre û Panonya hatibûne wezîfedarkirin. Weke mîsyonerên slavan tên nasîn. Tê bawerkirin ku va birayan alfabeya Glagolîtîk çêkiriye.[3][4]
Li ser gelên slav bandora we gelek xurt bû lewma piştî mirina wan jî şagirtên wan misyona wan berdewam kirin. Her du bira jî ji aliyê Dêra Ortodoks ve bi ezîztiyê hatin pîrozkirin. Di 1880'yî de papa Leo XIII ji bo van birayan di salnameya Katolîkî de şahî da destpêkirin. Herwiha di 1980'yî de papa Yûhana Paulê II bi Benedîktê Nursiyayî re ev her du bira weke ezîzên sereke yên Ewropayê pejirand.[5]