Zimanên keltî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zimanên keltî ew zimanên ji proto-keltî hatin afirandin û yek ji şitleke malbata zimanên hind û ewropî ye. Li berî zayinê ew li tevayiya Ewropa dihatin axaftin. Îroj zimanên keltî li Keyaniya yekbûyî ya Brîtanya, Îrlanda û Bretanya (li Fransayê) tên peyivîn.
Zimanên proto-keltî wiha pareve bûbûn:
- Gaulî an gallî û zimanên nêzî malabata wê, lepontî, norî û galatî. Ev ziman li Fransa, Anatoliya, Belçîka û Îtalyayê dihatin xeberdan.
- Keltîberî, li nîvgirava Îberî, li ser xakên îroyîn ên Portekîz, Galîsya û Spanyayê dihatin axaftin.
- Goidelî, bi zimanên îrlandî, gaeliya skotlandî û manks ve.
- Britonî, teva walesî an kimrî, bretonî, kornî, kumbrî û îvernî.