Kovar
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kovar weşana nivîskî ya li gorî demeke diyarkirî ye. Kovarên hefteyî û mehane hene. Kovarên kurdî yên bi nav û deng Hawar, Gelawêj, Nûdem, Nûbûn, Peyv, Kovara W û gelekî din in.
Di warê rûpel û mezinahiyê de her çi qas pîvanek ji bo kovarê tune be jî, li gor armanc û daxwaza rêveçûnê cureyê kovaran diguherin. Kovar her çi qas bi piranî mehane derkevin jî, kovarên heftane, du mehane, sê mehane, şeş mehane û salane jî hene.
Di warê naverokê de kovarên cur bi cur hene: kovarên zanistî, kovarên çand, huner û wêjeyî, kovarên zimanzanî, kovarên civaknasî û hwd gelek in. Tevî ku gelek kovar ji bo teşvîka pêşxistina ziman, wêje, zanist û şaxekî zanistî naveroka xwe amade dikin jî, gelek kovar jî hene ku tu caran ji bo teşvîkê tu nivîsan naweşînin û dema ku nivîsa mirovekî/ê weşandin, ew kes êdî pisporê wê mijarê tê dîtin.