Çand
From Wikipedia, the free encyclopedia
Çand hemî ferheng, tore û kultura gelekî ye[1][2].
Çand herwek civak, zanîn, huner, amojgarî û tenduristî di jiyana me ya civakî de gotineke bi pirmane ye û di dîroka gelan de neteweke bêyî çand wek netewe nayê pejirandin. Her neteweyek bi rengê xwe heye û ew jî dibe pirrengiya gerduniyê.Herweki din, neteweyek bi şiklê ruh, xemilandin, xwerin bi tore û baweriya xwe bi xwe re qerektera çande ke taybetî dihuliqîne. Çanda gelan bi nivîsandina pirtûkan (pirtûkên dîrokî, çandî, zanyarî, olî, çîrok), destan u stranan û seranser di nava jiyana gel de tê afirandin, bi xêzikan, wênean, şano û fîlman xurt dibe û pêş ve diçe.