Nîl
From Wikipedia, the free encyclopedia
Nîl yan jî Çemê Nilê çemê duyemîn a herî dirêj a cîhanê ye ku dirêjiya seranserê çemê 6 hezar û 650î kîlomêtre ye. Çem ji başûr ber bi bakur ve diherike û sê milên wî yê bi navên Nîla Spî, Nîla Şîn û Atbera heye. Nîl, çemê herî dirêj ê Parzemîna Afrîkayê ye û di dîrokê de wekî çemê herî dirêj ê cîhanê tê hesabkirin. Her çend ev ji hêla lêkolînê ve bi nakokî be jî tê pêşbînîkirin ku Çemê Amazonê hinek ji Nîlê dirêjtir e. Çemê Nîlê bi pîvana metrekup a ku salane diherike, di nav çemên herî mezin ên cîhanê de çema herî kême ku diherike. Dirêjahiya çem 6.650 kîlomêtre ye di nav erdê yanzdeh welatên wekî Tanzanya, Uganda, Rwanda, Burundi, Komara Demokratîk a Kongoyê, Kenya, Etiyopya, Erître, Sûdana Başûr, Komara Sûdan û Misir ve derbas dibe.
Nîl | |
Dîmenek ji Çemê Nîlê, li navenda bajêrê Qahîreyê. | |
Cih | |
Herêm | Afrîka |
---|---|
Dewlet | |
Taybetî | |
Dirêjayî | 6650 km |
Tejane | 3.255.000 km2 |
Debî | 2700 m3/s |
Robar | |
Cihderk | Kaîro |
- Cih | Sûdan |
- Bilindayî | 678 m |
Dev | Deryaya Navîn |
- Cih | (Misir) |
- Bilindayî | 2700 m |
Nexşe | |
Nexşeya Çemê Nîlê | |
biguhêre |
Yek ji çavkaniyên Nîlê ya herî dûr, li Herêma Golên Afrîkaya Rojhilat a li Bûrûndiyê ye û bi navê Nîla Kagera dest pê dike û pîştî çêkirina sînorên Tanzanya, Rwanda û Ûganda tevlî Gola Viktoriyayê dibe. Nîla esasî ji vê golê derdikeve û ber bi Deryaya spî ve diherike û dikeve vê deryayê.