Pêşbaziya bedewîtiyê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Pêşbaziya bedewîtiyê, pêşbirka rindîtiyê, berbaziya xweşiktiyê ji dam û dezgeha bi dengdayîn û nirxandina desteya hilbijêran, kivşkirina rindan, bedewan re dibêjin. Têkbir tên xelatkirin. Jin an mêr, gorî armanca pêşbirkê, herkes dikare tevlî bibe. Ango pêşbazî bo keçan be keç, lawan be law dibin berendam.
Ev gotar sêwî ye. Ti girêdanên li ser vê gotarê tine. (tebax 2021) |
Gava mirov behsa pêşbaziya rindîtiyê dike, pirranî a keçan dikeve bîra mirov. Gorî pêvanên rîndîtiya jûriyan, pêşbazî tên lidarxistin, ji nava berendaman tên hilbijartin. Pêşbaziyên rindîtiyê yên zarok, ajal, kulîlk, duçerxe hwd gelekan jî hene.