Protokola Kyotoyê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Protokola Kyotoyê (bi îngilîzî, Kyoto Protocol) yek ji hevpeymanên girîng ên navneteweyî bo parastina xwezayê ye. Di 11ê kanûna pêşîn a 1997an de li bajarê Kyotoya Japonyayê hatiye daxkirin. Lê di 16ê sibata 2005an de rewa bûye. Heya niha 169 welatan ev hevpeymana navnetweyî pejirandine.
DYA bi tundî li dijî vê protokolê derdikeve. Hin welatên ku qîmetê nadin xweza, tendirustî û devedorê jî (wekî Iraq) hêj îmze nekirine. Bi vê protokolê kêmkirina gazên ku ziyaneke mezin didin xwezayê wekî karbondîoksît, metan hwd tê xwastin.