Sed Dibistanên Ramanê
From Wikipedia, the free encyclopedia
Sed Dibistanen Raman (çînî: 諸子百家; pinyin: zhūzǐ bǎijiā) dibistanên felsefe û ramanin ku dî navbera sedsala 6an (B.Z.)-221an(B.Z.) de li Çîn a kevnar derketine holê.
Di dîroka Çînî de, ev serdem wekî serdemek xwînrij tê zanîn ku dewletên piçûk şer û pevçûnên hevûdu dikirin. Ev dem wek Serdema Bihar û Payiz , Serdema Dewletên Şer Dikin tê zanîn. Ji aliyekî din ve, ew wekî serdema zêrîn a dîroka ramana Çînî jî tê zanîn. Felsefe û ramanên li ser mijarên esman, jiyan, civak, xweza, derman, teknolojî, stratejî di vê demêda bi avayekî serbixwe pêşta çu.
Ditin û zanînên vê demê, bandorek mezin li ser awayên jiyan û hişmendiya civakî ya welatên Asyayî kirîye. Mamosteyên hêja yên vê demê, li ser rêbazen rêvebirîyê yên dewletan, şer û dîplomasîyêda, şîret li serweran/rêvebiran kirîye.
Ev dem ,bi yek kirina Çînê ji alîyê xanedana Qin va, dawî bû. Hin ji van dibistanên ramanê li Çinê û li derdorê Çînê ji tunebûnê xelas bûn û îro hîn jî çalak in.