Taekwondo
From Wikipedia, the free encyclopedia
Taekwondo (bi koreyî (hangul): 태권도, bi hanga: 跆拳道), werzişeke şerî ye ku li başûrê Koreyê hatiye çêkirin.
Taekwondo yek ji hunerên şerî yên kevneşopî yên Koreyî ye û ji hêj bêtir hunereke tekane ya laşî ye. Û ev werzeşa li koreyê xuya bû û zêdetirî 2000 sal hatiye naskirin û xelkê wê afirandin û wê bi pêş xistin wek amûreke xweparastinê bi sedema pirrbûna şerên navxweyî û zehmetiya jiyanê di nava canewerên dijwar de, da ku mirovê koreyî neçar ma di amûreke de bifikire, da ku li dijî êrîşkeran û li dijî caneweran, yên ku dest pê kirin ji wan şêweyên xweparastin û bicegera lezgîn fêr bibin xwe piparêzin Û tevlî ku werzeşa Taekwondo bi pênan bi awayekî mezin xwe pişt rast dike, lê çawa be bikaranîna kulman jî paşguh nake. Û bi borîna salan re karîbû bibe werzeşek olîmpî ya fermî di Lîstikên Olîmpî de li sala 2000,'an, ya ku li bajarê Sydneyî ya Australyayê pêk hat, piştî ku werşeşek pêşbirk di olîmpiyatên berê de bû, ya ku her bajarê Siyol a Koreyî Berşelona Ispanî û Atlenta Amrîk wê himbêz kir.