Taoîzm
From Wikipedia, the free encyclopedia
Taoîzm dîneke ku li axa Çînê dereketîye holê û bingeha wê pirtûka Laozi, ya bi navê "Tao Te Ching" e. Li gorî rêbernameya Pinyin, rastnivîsandina wê Dao ye. Di zimanê çînî da tê wateya rê,meşîn, axaftin, rêbaz. Nûnerên damezrêner Taoîzmê Laozi û Chuang Tzu ne.
Taoîzm | |
---|---|
| |
Welat | |
Damezrîner | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Taoîzm êdî wekî felsefeyek tê ditin. Tao (an jî Dao, 道) navê "hêz" an jî "rê" ye ku Taoists bawer dikin ku her tiştê li dinyayê çê dike. Taoîst wisa difikirin ku peyv nikarin bi awayek rast felsefeya Tao dîyar bikin. Xeta yekem a Tao Te Ching (道德 经), nivîsa herî girîng a Taoîzmê, dibêje "Riya ku dikare bi gotinan were dîyar kirin riya rastîn nine." Gelek nivîsarên pîroz ên din jî ji hêla mamosteyên Taoîzmê hatine nivîsandin hene.
Taoîst hewl didin ku jiyanek hêsan û hevseng bi xwezayê re bijîn. Ev di nav Taoîzmê de yek ji girîngtirîn prensîp e. Taoîst her weha bawer dikin ku nakokî ne baş e û ku di navbera we û bi tiştekî da pirsgirêkek çêbibe, çêtir e ku hûn rêyek li dora wê tîştê bibînin.