Kroatya
From Wikipedia, the free encyclopedia
Kroatya yan jî Komara Kroatyayê, (bi kroatî: Hrvatska), welatekî li ser xaçerêya Ewropaya Navendî û li başûrê rojhilatê Ewropayê ye ku peravên deryayî ya welêt bi tevahî li ser Deryaya Adriyatîkê ye. Li bakurê rojava Slovenya, li bakurê rojhilat Mecaristan, li rojhilat bi Serbistan, li başûrê rojhilat bi Bosniya û Herzegovîna û Montenegro re hevsinor e û li rojava û başûrê rojava ve bi Îtalyayê re sinorê deryayî parve dike. Paytext û bajarê herî mezin bajarê Zagreb e ku bi bîst navçeyan yek ji beşên bingehîn ên welêt pêk tîne. Rûerd a Kroatya 56.594 kîlometre çargoşe erd vedigire û nifûsa welêt nêzîkê 3.9 milyon e.
Republic of Croatia |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Dirûşm: Full of life | ||||||
Sirûd: Lijepa naša domovino |
||||||
Kroatya li ser nexşeyê | ||||||
Paytext | 45°15'0.00"Bk, 15°28'0.01"Rh | |||||
Zimanên fermî | ||||||
Zimanên tên bikaranîn |
|
|||||
Rêveberî | komar | |||||
• | Serokdewlet | Zoran Milanović (2020–) | ||||
• | Serokwezîr | Andrej Plenković (2016–) | ||||
Avakirin | ||||||
• | Dema avakirinê | 25 hezîran 1991 | ||||
• | Rûerd | 56.594 kîlometre çargoşe | ||||
Gelhe | ||||||
• | Giştî | 3.871.833 (2021) | ||||
Dirav | ||||||
Demjimêr | ||||||
Hatûçûna ajotinê | ||||||
Koda telefonê | +385 | |||||
Malper http://www.vlada.hr, https://vlada.gov.hr/en |
Gelê kroatî di dawiya sedsala 6an de gihîştine Kroatyaya îro ku di wî demê Kroatya beşek ji Îlîryaya Romayê bû. Di sedsala 7an de herêm bi du dukayan hatiye organîze kirin. Kroatya yekem car di 7ê hezîrana sala 879an de di dema serdestiya Duk Branîmîr (rêveberên kroatî) de di qada navneteweyî de wekî welatek serbixwe hatiye nas kirin. Tomislav di sala 925an de dibe yekem keyê Kroatyayê ku welêt derdixe asta statûya keyaniyê. Di dema krîza peyrewiyê de piştî ku xanedana Trpimirović diqede, Kroatya di sala 1102an de bi Mecaristanê re yekîtiyek ava dike. Di sala 1527an de, li hember dagirkeriya osmaniyan, Meclîsa Kroatyayê Ferdînand I ê awistirî ji bo textê Kroatyayê hilbijartiye. Di cotmeha sala 1918an de li Zagrebê Dewleta Sloven, Kroat û Serbên serbixwe ji Awistirya-Mecaristanê veqetiyan û di kanûna pêşîn a sala 1918an de beşdarî Keyaniya Yûgoslavyayê dibin. Piştî dagirkirina Axîs ya Yûgoslavyayê ya di nîsana sala 1941an de, piraniya Kroatyayê beşdarî dewletek quklaya Dewleta Serbixwe ya Kroatyayê hatibû kirin ku ji aliyê naziyan ve hatibû avakirin. Tevgereke berxwedanê dibe sedema damezrandina Komara Sosyalîst a Kroatyayê ku piştî şer dibe endamê damezrîner û pêkhateya Komara Sosyalîst a Federal a Yûgoslavyayê. Di 25ê hezîrana sala 1991an de, Kroatya serxwebûna xwe radigihîne ku berê ragihandina serxwebûnê Şerê Serxwebûnê di heyamek çar salan de bi awayek serketî didomîne.
Kroatya komar û demokrasiyek lîberal a parlemanî ye. Welat endamê Yekîtiya Ewropayê, Herêma Ewro, Herêma Şengenê, NATO, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, OSCE, Rêxistina Bazirganiya Cîhanî, yek ji endamên damezrînerê Yekîtiya ji bo Deryaya Navîn e û welêt niha di dema pêvajoya tevlîbûna OECDê de ye. Kroatya ku beşdarek çalakê di parastina aşitiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ye ku bi serbazan beşdarî Hêza Alîkariya Ewlekariya Navdewletî bûye û ji bo dagirtina kursiyek nedaîmî di Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî de di serdema 2008-2009 de ji bo yekem car hatiye hilbijartin.
Kroatya welatek pêşketî ye ku xwedan aborîyek pêşketî ya dahata bilind e û di Îndeksa Pêşketina Mirovî de di rêza 40em de ye. Li gorî rêjeya Qatjimara Gînî yê welêt di nav 20 welatên cîhanê de cih digire lê newekheviya dahatê kêm e. Ji salên 2000an vir ve, hikûmeta Kroatyayê veberhênanên giran ji bo binesaziyê, nemaze rêyên veguheztinê û tesîsên li ser korîdorên Pan-Ewropî kiriye. Kroatya di destpêka sala 2020an de wekî pêşengek enerjiyê ya herêmî pêşketiye û bi navgîniya termînala gaza xwezayî ya şilkirî ya herikîn a li Girava Krkê, pargîdaniya LNG Hrvatska, beşdarî pirrengkirina dabînkirina enerjiyê ya Ewropayê dibe. Kroatya ewlehiya civakî, lênihêrîna tenduristiya gerdûnî û perwerdehiya seretayî û navîn a belaş pêk tîne û piştgirî dide saziyên giştî û veberhênanên pargîdaniyên di warê medya û weşanê de.