Xwînguhaztin
Xwîna xwînbexş didin xwînwergirek. Ango xwîna ji mirovek hatiye girtin, ji boy mirovek din tê bikaranîn. / From Wikipedia, the free encyclopedia
Di laşê mirovek gihîştî de bi qasî 5 lître xwîn heye[1]. Dibe ko mêjera xwîna mirov ji ber nexweşiyên wekî kêmxwîniyê, şêrpenceya xwînê an jî ji ber niştergeriyê, birindarbûne kêm bibe[2] . Heke ji xwîna mirov bi qasî 1,5 lître kêm bibe, mirov bi metirsiya mirinê rû bi rû dimîne. Loma divê xwîn bidin kesên wiha. Ango pêdivî bi xwînguhaztinê çêdibe. Xwîna mirov şaneyek sirûştî ye, tenê di laşê mirov de tê dirûstkirin. Ango guhaztina xwîn di navbera du mirov de rû dide, ê ko xwînê dide wekî xwînbexşer an jî xwînbexşîner bi nav dibe, ê ko xwînê digirê jî wekî xwînwergir tê navkirin. Hin caran xwîn raste rast ji xwînbexşer tê destxistin, lê bi gelemperî xwîna xwînbexşer di navendên xwînê (benqeyên xwînê) de tê embarkirin. Gava pêdiviya mirovek bi xwînê hebe, xwîn ji wê navendê tê peydakirin.