Yewnanên pontî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Yewnanên pontî (yewnanî: Πόντιοι, ponti) komeke etnîkî ye ku bi kevneşopî li herêma Pontosê, li ser peravên Deryaya Reş û li Çiyayên Pontî ên li bakurê rojhilatê rojhilata Anatolyayê jiyan kirine. Di dîrokên cûrbecûr de gelek yewnanên pontî koçî deverên din ên Bakurê Kurdistanê, Parêzgeha Qersê, Qefqasyayê mezin û koçê Gurcistanê bûne. Di nav pêlên cûrbecûr de di dema dagirkirina Osmanî ya li ser Împeratoriya Trebzonê di sala 1461ê de û Şerê Rûs-Tirkî yên 1828-1829an de koç bûne. Yewnanên ji başûrê Rûsya, Ûkrayna û Krîmê bi gelemperî wekî "pontiyên bakur" têne binavkirin.[2]
Έλληνες του Πόντου (Ρωμιοί) | |
---|---|
Gelhe tevahî | |
2.000.000[1] – 2.500.000 | |
Ziman | |
Yewnaniya pontî, rûsî, tirkî û zimanê gurcî | |
Baweriya dînî | |
Xiristiyan, îslam (piranî li Tirkiyê), cihûtî |
Gelekên Pontosê xwedan bav û kalên yewnanî ne û bi zaravayê yewnanî yê pontî diaxivin. Zimanê pontî formek cihêreng a zimanê yewnanî yê standard e ku ji ber dûrbûna Pontosê, ji ya dinyaya yewnanî ya mayî veguherîyek zimanî derbas kiriye. Yewnanên pontî herî kêm ji sala 700 berî zayînê heta nijadkujiya yewnanan û pevguhertina nifûsê bi Tirkiyeyê re ya sala 1923an, li herêma Pontosê (bakur-rojhilatê Tirkiyeya îro), Gurcistan û Herêma Pontosê hebûna wan ên domdar hebûn.[3] Îro piraniya yewnanên pontî li Yewnanistanê dijîn, nemaze li Selanîkê , derdora wê û li Makedonyayê yewnanî dijîn.