Bakurê Kurdistanê
bêşa Kurdistanê ku di nav sînorên Tirkiye de maye / From Wikipedia, the free encyclopedia
Bakurê Kurdistanê, yek ji çar beşên Kurdistanê ye û beşa herî mezinê erdnîgariya Kurdistanê ye ku nêzîkî 25-30 mîlyon Kurd li vir dijîn.[1] Bakurê Kurdistanê îro di nava sînorê Tirkiyeyê de maye. Jiber zext û astengkirina li ser çand û zimanê kurdî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tê,[2] li Tirkiyeyê nakokiyên rewşa Bakurê Kurdistanê û nakokiyên statû û mafên kurdên Bakurê Kurdistanê didome.[1] Hinek caran ji bo Bakurê Kurdistanê bêjeya Kurdistana Tirkiyê jî tê bikar anîn.
Ji bo maneyên din li Kurdistan (cudakirin) binêre.