Keyaniya Yekbûyî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Bakurê Îrlendayê, Keyaniya Yekbûyî (KY) yan jî Brîtanya (bi îngilîzî: Britain), welatekî li bakurê rojavaya ewropayê ye ku bi awayê keyaniya makezagonî û demokrasiya parlamenî tê birêvebirin ku ji Înglistan, Wales, Skotlenda û ji Îrlendaya Bakur pêk tê.[1] Keyaniya Yekbûyî, girava Brîtanya Mezin, beşa bakurê rojhilatê girava Îrlendayê û gelek giravên piçûktir ku di nav Giravên Brîtanî de ne, vedigire.[2] Îrlendaya Bakur bi Komara Îrlendayê re sinorê bejahî parvedike. Ji aliyê din ve Keyaniya Yekbûyî ji aliyê Okyanûsa Atlantîk, Deryaya Bakur, Qenala Îngilîzan, Deryaya Keltî û ji aliyê Deryaya Îrlendayê ve dorpêçkirî ye. Rûerda giştî ya Keyaniya Yekbûyî 242.495 kîlometre çargoşe ye û bi pêşbînî ya sala 2020an nifûsa Keyaniya Yekbûyî 67 milyon kes e.[3]
Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Bakurê Îrlendayê United Kingdom of Great Britain and Northern Ireland |
||||||
---|---|---|---|---|---|---|
|
||||||
Sirûd: God Save the King | ||||||
Paytext û bajarê mezin | London 51°30′Bk 0°7′Ra | |||||
Zimanên fermî | Inglîzî | |||||
Ziman naskirin | Skotî, skotiya Ulsterê, walesî, kornî, skotiya gaelî, îrlendî | |||||
Demonîm | Brîtanî (bi inglîzî: Briton, British) |
|||||
Rêveberî |
|
|||||
• | Keybanû | Charles III | ||||
• | Serokwezîr | Rishi Sunak | ||||
Pêşvebirî | Parliament | |||||
• | Meclîsa jorîn | House of Lords | ||||
• | Meclîsa jêrîn | House of Commons | ||||
Rûerd | ||||||
• | Giştî | 242.495 km2 (78) | ||||
• | Av (%) | 1,51 | ||||
Gelhe | ||||||
• | 2021 Texmînkirin | 66.052.076 (22) | ||||
• | 2011 Giştî | 63.182.178 | ||||
• | Tîrbûn | 270,7/km2} | ||||
Dirav | Sterling (GBP) | |||||
Demjimêr | UTC | |||||
• | Havîn (DH) | +1 seet (UTC+1) | ||||
Hatûçûna ajotinê | çep | |||||
Koda telefonê | +44 | |||||
ISO 3166 | GB | |||||
Înternet TLD | .uk, .gb |
Keyaniya Yekbûyî di nav çend sed salan de bi destxistina rêzek welatan ku li yekitiyê hatiye zêdekirin, derketiye holê. Peymana Yekîtiyê di navbera Keyaniya Înglistanê (ku Wales jî di nav de bû) û Keyaniya Skotlendayê di sala 1707an de di encama yekbûna wan de dibe Keyaniya Brîtanya Mezin. Piraniya Îrlendayê di sala 1922an de ji Keyaniya Yekbûyî veqetiya ku Keyaniya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlendaya Bakur a heyî ku di sala 1927an de bi fermî navê keyaniya mezin hatibû pejirandin. Yekitî di sala 1801ê de bi Keyaniya Îrlendayê re Keyaniya Yekbûyî ya Brîtanya Mezin û Îrlendayê ava kiribû ku piraniya Îrlendayê di sala 1922an de ji Keyaniya Yekbûyî veqetiyaye.
Girava Man, Guernsey û Jersey ne beşek ji Keyaniya Yekbûyî ne ku girêdayî Crown in lê hikûmeta brîtanî ji bo parastin û nûnertiya giravan a navneteweyî berpirsiyar e.[4] Keyaniya Yekbûyî bûye yekem welatê pîşesazî û di piraniya sedsalên 19an û destpêka 20an de, nemaze di dema "Pax Britannica" de di navbera salên 1815 û 1914an de, hêza herî pêşîn a cîhanê bû.[5][6] Împeratoriya Brîtanî, di salên 1920an de di serdema bilindbûna xwe de, nêzîkî çaryeka erd û nifûsa cîhanê werdigirt ku di dîrokê de împeratoriya herî mezin bû ku bi tevlêbûna Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Cîhanê yê Duyem de, qeyrana kombûyî û windakirina prestîjê dibe sedema hilweşandina piraniya koloniyên brîtanî û dawiya ya Împeratoriya Brîtanyayê.[7][8][9] Beşek ji cîhana bingehîn a anglofonîk, bandora brîtanî dikare di ziman, çand, pergalên qanûnî û siyasî yên gelek koloniyên yên berê de were dîtin.
Rêveberiya Keyaniya Yekbûyî monarşiyek destûrî û demokrasiya parlemanî ye.[10] Paytext û bajarê herî mezin ê Keyaniya Yekbûyî (herweha paytexta Îngilîstanê) London e ku bi New York City re yek ji du navendên darayî yên sereke yên cîhanê ye. Bajarên Edinburgh, Cardiff û Belfast bi rêzê re paytextên neteweyî yên Skotlenda, Wales û Îrlendaya Bakur in. Bajarên din ên mezinê Keyaniya Yekbûyî Birmingham, Manchester, Glasgow û Leeds in.[11] Keyaniya Yekbûyî ji sê qadên karbidestên qanûnî yên cuda pêk tê: Înglistan û Wales, Skotlenda û Îrlendaya Bakur. Ev ji ber vê yekê ye ku van deveran pergalên xwe yên qanûnî yên heyî piştî tevlêbûna Keyaniya Yekbûyî jî diparêzin.[12] Ji sala 1998an vir ve, Skotlenda, Wales û Îrelandaya Bakur hikûmet û meclîsên wan ên veqetandî hene ku her yek xwedî hêzeke cihêreng in.[13]
Keyaniya Yekbûyî ji hêla Dahata Hilberîna Navxweyî ve xwediyê şeşemîn aboriya herî mezin a cîhanê ye û ji hêla hêza kirînê ve ya dehem a herî mezin a cîhanê ye. Keyaniya Yekbûyî di warê lêçûnên leşkerî de li seranserê cîhanê di rêza çarem de ye.[14] Înglistan ji civîna xwe ya yekem a sala 1946an vir ve endamê daîmî ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye. Keyanî endamê Hevbendiya Miletan, Konseya Ewropayê, G7, OECD, NATO, Five Eyes, AUKUS û CPTPP ye.