Asîda rîbonukleyî
asîda rîbonukleyî. di nav xaneyê de ji bo dirustkirina proteînan kar dike. / From Wikipedia, the free encyclopedia
Asîda rîbonukleyî (ARN) yek ji du corên asîdên nukleyî yên xaneyên zîndeweran e.
Di xaneyan de li gel ARN-yê, asîda deoksîrîbonukleyî (ADN) jî cih digire. Hemû zanyariyên bomaweyî di ADN-yê de embarkirî nê. Ango çalakiyên xaneyê li gor ADN-yê tê rêvebirin. ADN jî ji bo birêverina çalakiyên xaneyê, ARN-yê bi kar tîne.
ARN (bi înglîzî: ribonucleic acid (RNA)) di xaneyê de ji bo çêkirina proteînan tê bikaranîn. Herwiha hin vîrus li dewsa ADN, ARN-yê wekî depoya zanyariyên bomaweyî bî kar tînîn, ji van vîrusan re vîrusên ARN-yî tê gotîn. [1] Hin corên ARN-yê jî wekî enzîm kar dikin.