Han Yu
From Wikipedia, the free encyclopedia
Han Yu (768 - 25 Kanûna 824), an jî bi navê xwe yê rûmet Tuizhi, helbestvan, zanyar û siyasetmedarê çînî ye û di dema Xanedaniya Tang de jiyaye. Wî bi girîngî bandor li pêşkeftina neokonfucianîzmê kir[1] û ji ber bandora wî ya li ser kevneşopiya edebî ya çînî, wek Dante, Shakespeare, an ji Goethe te ditin.[2] Han Yu, di siyasetê de li ser mıjara "desthilatdariyek navendî ya bihêz" sekinî û di mijarên çandî da jî gelek bi bandor bu.
Agahiyên Praktîk Jidayikbûn, Mirin ...
Bigre
Ew bi gelemperî di nav baştirîn nivîskarên Çînê de tê hesibandin. Zanyarê Xanedana Ming Mao Kun, ew di nav "Heşt Mamosteyên Mezin ên Tang û Song" de dixe rêza yekem.[3]