Kevir
tiştên ku mineral û xiçan pêk tê ne.piranî ya wan hişk in. / From Wikipedia, the free encyclopedia
Kevir û kuçik (ber, kuç, (bi soranî: berd, bi zazayî: kemer û kemen) tiştekî ji mîneral û xîçan (kevirokan) pêk tê ye. Kevir asteke materyalên bingehîn ên gerdûnê ye.
Dîroka çêbûna keviran girêdayî sarbûna magmayên xwedî germahiyên awarte ne. Xweza bêî rawestan diguhere û gelek tiştên jîndar piştî mirinê wekî mîneral û bermahiyan vedigerin xwezayê. Herwiha volkan kevirên nû diafirînin û hêzên sereke yên erd û exteran (gerstêrkan) bêî sekinandin asta maddeyê diguherînin. Hinan dikin kevir, hin keviran jî dikin xwalî.