Navikebendik
From Wikipedia, the free encyclopedia
Navikebendik, an jî navikepetik (bi înglîzî: umbilical cord) pêkhateyek lûleyî ye di navbera korpele û plasentayê de.
Di dirêjiya ducaniyê de hema hemû şane, endam û koendamên embriyoyê di nav malzaroke diperisin û geşe dibin. Hinek endam û koendam hê ko embriyo an jî korpele di nav malzarokê de ye, çalak dibin. Lê hinek endam û koendam piştî jidayikbûnê dest bi çalakbûnê dikin. Wekî mînak, ji qonaxa embriyoyê pê ve dil, lûleyên xwînê û xwîn diperise, dillêdan dest pê dike. Xwîn di nav lûleyên xwînê de dihirike, di hemû endam û şaneyên laş de belav dibe û dîsa vedigere dilê embriyoyê. Pişikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, pişik û coga henaseyê bi şileya seravê tijî ne, loma alûgorkirina gazên henasedanê pêk nayê. Gurçikên embriyoyê hene lê çalak nîn in, ango madeyên paşmayî yên nav xwîna embriyoyê nayên parzûnkirin. Herwisa koendama herisê, koendama bergiriyê ya embriyoyê jî di dirêjiya ducaniyê de çalak nîn e.
Bi kurtasî, ji ber ko hin endam û koendamên wê çalak nin in, ji bo geşebûn û peresînê, pêdiviya embriyoyê bi endam û koendamên dayikê heye. Navikebendik embriyoyê bi navbeynkariya plasentayê bi dayikê ve girêdide bo alûgorkirina madeyan.
Her ko embriyo di nav malzarokê de geşe dibe û diperise, pêdiviya wê ya bo xurek û alûgorkiraina gazên henaseyê jî zêdetir dibe. Xwîna kemoksîjenî û madeyên paşmayî bi cotek xwînberên navikebendikê ji laşê korpele ber bi plasentayê ve tên guhaztîn. Oksîjen û xurekê ji xwîna dayikê jî derbasî plasentayê dibin ji wir jî bi navbeynkariya xwînhênera navikepetikê ber bi korpeleyê ve tên guhaztin.[1]