Raymond Aron
Fîlozof, civaknas, siyasetzan û rojnamevanê fransî yê bi koka xwe cihû ye. / From Wikipedia, the free encyclopedia
Raymond Claude Ferdinand Aron (Reymond Klawd Ferdînand Aron) (14î adara 1905ê – 17î çirya pêşîn ya 1983ê[1]) fîlozof, civaknas, siyasetzan û rojnamevanê fransî yê bi koka xwe cihû ye. Giringtirîn berhemê wî di warê peywendiyên navneteweyî da kitêba wî ya bi navûdeng Peace & War: A Theory of International Relations (Aştî & şerr: bîrdozeka peywendiyên navneteweyî) e. Ew di vekolanên xwe da zêde tekezê dike ser pergala navneteweyî û li wê bawerê ye ku pergala navneteweyî ji du rewşan zêdetir dernakeve; sazan an guncan û nesazan û neguncan ku alozî û netenahiyê bi dû xwe ra diîne. ew dibêje; aştî ya navneteweyî an demên aşitiyê di dîroka peywendiyên navneteweyî da di sê rewşan da dibin. Yek: rewşa hevsengî ya dinavbera hêzan da, ku hindek hêzên yeksan û hevşêwe li meydanê hene, Du: rewşa heymenexwaziyê, ku dewletek bihêztire ji dewletên dî lê nikare pergala navneteweyî bi tivavî hevsar anko kontrol bike. Sê: rewşa aştiya împratorî, ku dewletek pergala navneteweyî bi tevavî hevsar dike û heymeneya xwe li ser dewletên dî disepîne.
Gerînende (en) Centre européen de sociologie historique (d) | |
---|---|
- | |
Serokkomar Société française de sociologie (d) | |
- | |
Gabriel Le Bras (en) Jean-Daniel Reynaud (d) | |
Serokkomar Institut français de sociologie (d) | |
- | |
Gabriel Le Bras (en) | |
Gerînende (en) Centre de sociologie européenne (d) | |
- |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Montparnasse Cemetery (en) |
Navê rastî | |
Navê jidayikbûnê | |
Hevwelatî |
Fransa |
Cîwar |
Fransa (dp. ) |
Perwerde |
Zanîngeha Êkol Normal Superyerê |
Pîşe |
Fîlozof, civaknas, siyasetzan |
Salên çalak |
Aştî & şerr: bîrdozeka peywendiyên navneteweyî |
Bav |
Gustave Aron (d) |
Xwişk û bira |
Adrien Aron (d) |
Hevjîn |
Suzanne Aron (d) |
Zarok |
Dominique Schnapper (en) |
Karder | |
Qada xebatê | |
Partiyên siyasî | |
Endamê | |
Artêş |
French Air Force (en) |
Şerê tevlêbûyî | |
Werziş | |
Xwendekarê | |
Şêwirmendên doktorayê |
Léon Brunschvicg (en) |
Bandorbar |
Montesquieu (en), Alexis de Tocqueville, Karl Marx, Max Weber, Wilhelm Dilthey (en), Georg Simmel (en), Heinrich Rickert (en), Immanuel Kant |
Xelat | Lîsteya berfireh Pour le Mérite for Sciences and Arts order (d) Fellow of the American Academy of Arts and Sciences (d) Ambassadors' Prize (d) () Goethe Prize () Erasmus Prize (en) () |
Dîsan ew bi kitêba xwe ya bi navê The Opium of the Intellectuals (Afyona rewşenhizran) jî bi navûbang e. Ew bervajî Karlê Markisî dibêje; dîn ne afyona gelan e, lê marksîbawerî anko marksîzim afyona rewşenhizrên fransî ye li ser dema paş-şerrî (post-war).[2] Ew heval û neyarekê nizîk ê Jan Pawil Sarterî (Jean-Paul Sartre) bû. Gotinek di nav rewşenhizrên fransî da her belav dibû ku "Tu bi Sarterî re şaşiyan bikî çêtire ji wê ku tu bi Aronî re başiyan bikî"
Ew wekî zanayekê siyasî yê netundrew dihê hesibandin. Wî şagird ji herdu terefên Çep û Rast hebûn. Her çend ku wî xwe zêdetir bi Aronekê Çep dida nasîn jî lê wekî azadîxwazekê şopparêz anko lîberalekê konzervatîst dihê nasîn.[3]