Tramway
From Wikipedia, the free encyclopedia
Tramway[1], tramvay[2], tramwey[3][4], tramvaî û tramva[5] an jî bi tenê tram[6][7], bana kolanê[çavkanî hewce ye], amyareke ragihandinê ye, pirranî bi elektrîkê dixebite. Li ser rêhesinê diajon lê hin cureyên nû hene ku li ser çerxe yan pêçkeyan diajon.
Ji bêjeya îngilîzî tramwayê navê xwe digire ku tê wateya "bana kolanê" yan ""kolanban"". Mirov dikare di kurdî wekî tram û K-Ban kurt bike. K-Ban anho kolanban, bana kolanê[çavkanî hewce ye].
Hin avantajên wê hene, bo mînak di yek carê de dikare gelek rêwiyan rabigihîne û ji ber ku bi elektrîkê dixebite dûmanê dernayîne hww. Lê ji ber ku mecbûr in di ser banekê de herin, manewraya wê kêm e, di trafîkê de carnan dibe sedemê astengiyan.