Ulysses (pirtûk)
From Wikipedia, the free encyclopedia
Ulysses romaneka modernîst ya nivîskarê navdar yê îrlendî James Joyce e ko li berahiyê ji sala 1918ê heta sala 1920ê xelek di kovara amerîkayî ya The Little Reviewê da hat weşandin, paşî li sala 1922ê, di rojbûna 40-saliya nivîskarî da, bi tivavî li Parîsê hat weşandin.
Ew wekî yek ji giringtirîn romanên sedsala 20ê û nimûneya bizava edebî ya nûdembawerane anko modernîst dihêt dîtin. Ew roman mişlaqî anko paraleleka nûdem ya Odîseya ya nivîskarê navdar ê yewnanî Homerî ye.