Vladîmîr Lenîn
Şoreşger û siyayasetmedarê Rûs / From Wikipedia, the free encyclopedia
Vladîmîr Îlyîç Lenîn (bi rûsî: Владимир Ильич Ленин) an jî Vladîmîr Îlyîç Ûlyanov (bi rûsî: Влади́мир Ильи́ч Улья́нов), bi kurtî wek Lenîn (bi rûsî: Ле́нин, "zilamê Lenayê") tê naskirin, (1870 - 1924), mirovekî şoreşger û siyayasetmedarê Rûsyayê ye. Avaker û serokê partiya Bolşevîk, dilê şoreşa cotmehê, û derhênerê YKSS'yê ye.
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên îngilîzî û portugalî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Vladîmîr Lenîn | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 22 nîsan 1870 |
Mirin | 21 kanûna paşîn 1924 Bolshiye Gorki |
Sedema mirinê | Xwînrêjiya mêjî (Sedemên sirûştî) |
Cihê goristanê | Lenin's Mausoleum |
Hevwelatî | Împeratoriya Rûsî (1870–1918), Russian Socialist Federative Soviet Republic (1918–1922), Yekîtiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (death of subject, 1922–1924) |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Xebat | |
Bandorbar |
|
Meqam |
|
Partiya Siyasî |
|
Hevjîn | |
Dê û bav | |
Malbat | Blank family |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Cara yekemîn zanistiya azadiya çînan a marksîzmê bi Lenîn û Bolşevîkan biserdikeve. Lenîn di zanîna Marksîzmê de hin guherandine pêk tîne. Bo mînak ew wekî sazûmanî dîktatoriya proletaryayê dibîne û ji bo wê biserbixe têdikoşe. Lenîn bi dibistanên marksîzmê yên din re dikeve nîqaşan û roj bi roj alîgirên riya wî zêdedibin.
Lenîn di rêxistinbûnê de jî guhertinan dike. Ew bi navê navendparêziya demokratîk modeleke nû avadike û ev model dibe bingeha pirraniya partiyên komûnîst û sosyalîst. Lenîn bi navê NEP (Ekonomî polîtîkaya nû) programeke berfireh bo damezrandina deweleta nû a sosyalîst amade dike. Mixabin tenduristiya wî dest nade. Lenîn di 30ê tebaxa 1918an de bi granî tê brîndarkirin. Bi 3 derbên kujer jiyana wî heya mirinê dikeve xetereyê.
Lenîn di saxiya xwe de bingehê azadiya gelên li împeratoriya Rûsyayê datîne. Mezin an piçûk ji hemî gel an hindikayiyan re serxwebûnê avadike. Di dema Lenîn de bi navê Kurdistana Sor otonomiyek ji bo Kurdan jî tê damezrandin. Lenîn wesiye dike ku Stalîn û Troçkî divê hin taybetiyên xwe biguherînin an bi vî awayî ew dê ji bo paşerojê xetereyan bînin.
Piştî mirina Lenîn di sala 1924an de, wasiyetên wî tên jibîrkirin heya bigire tên windakirin. Stalîn hemî desthilatdariyê dixe destê xwe. Stalîn bi navê sosyalîzmê poltîkayên tûj û bixwîn dimeşîne. Lev Trotskî dide kuştin. Otonomiya Kurdistana Sor li ser daxwaza Komara Tirkiyeyê û Îranê ji holê radike. Azadiya ku Kurdan li Mehabadê bidestdixin bo xatirê şahên Îranê difiroşe. Herwekî li ruyê cîhanê hemî partî û komên çepgîr bi xwe ve dide girêdan. Ên ku viya napejirînin difiroşe yan li dijî wan têdikoşe. Serhildanên Kurdan mehkûm dike alîkariya dagirkerên Kurdistanê Tirkiyeyê, Îran û welatên Ereban dike. Baweriya ku Lenîn afirandibû, bi destê Stalîn û polîtîkayên YKSSê roj bi roj ditemire û di dawiya salên 80î de jî ji holê radibe.
Lenîn, ji xaynê ve, nivîskarê nivîsên marksistî û felsefe vê ye ji. Yê ku Sosyalizmê Zanist demazirandiya ji ew bixwe ya. Lenîn armaca wî ew bû ku şoraşa Proleter li cihane bike û cihanaka bêçîn û sînor ava bike, yanî sisteme komînîszmê bide anîn. Bixwe ji, ku li ser marksizmê ava ya, teoriya ku bi ser hîmê rêzanî(politik) û Aborî ava ya û navê Lenînizmê damazrînerê wê ya. Lênîniizim, Marksîzm, ku li gor demê û xwestekên deme ji nû ve ji aliyê rêzanî, aborî û hizrî ve anîna ser ziman a. Wilo ji tê zanîn. Bêje Lenînizim, miro karê weke ku marksizm ku li gor demê bêne ser ziman û hizir pêşketinên zanistî, di riya wê de li gor demê û dise çêke û bi afirêne ya.Li gor ku tê zanîn, li gor cewherê wê yê şoraşgar yê û zanist hatina ser ziman ye Marksizmê ya.