Zimanê îrlendî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Zimanê îrlendî (Gaeilge) an jî gelek caran wekî gaelî an jî zimanê îrlendiya gaelî tê binavkirin, yek ji zimanê goidelî (gaelî) ye ku bi malbata zimanên hind û ewropî ve girêdayî ye.[1][2] Zimanê îrlendî ji aliyê kêmaniyekî îrlendiyan ve wekî zimanê yekem û ji aliyê piraniyeke mezintir a ku ne axêverên zimandayikî ne, wekî zimanê duyem tê xeberdan.
| ||||
---|---|---|---|---|
Welat | Komara Îrlendayê, Kanada, Arjentîn | |||
Hêrem an navçe | Îrlendaya Bakur, Yekîtiya Ewropayê | |||
Hejmara zimanaxêvan | Derdora 1,000,000 | |||
Rêza vî ziman di nav zimanên cîhanê de | ||||
Alfabe | Tîpên latînî | |||
Dabeşandina malbata ziman | ||||
malbata zimanên hind û ewropî
(Dabeşandina zimanî li gorî SIL) | ||||
Rewşa fermî û kodên ziman | ||||
Zimanê fermî ye li | Komara Îrlendayê, Îrlendaya Bakur, Yekîtiya Ewropayê | |||
Bi rêxistin | ||||
ISO 639-1 | ga | |||
ISO 639-2 | gle | |||
ISO/DIS 639-3 |
gle | |||
SIL | Irish | |||
Bibînin : ziman, listeya zimanan, koda rengan |
Zimanê îrlendî, di dîroka nivîskî ya îrlendiyan de bi piranî bûye zimanê serdest û ew wê bi xwe re birine Skotlendayê û Girava Manê ku zimanê îrlendî ya naverast li wir guheriye gaeliya skotî û Manxê. Ew di Rojavaya Ewropayê de xwediyê wêjeya gelî ya nivîskî ya herî kevn e.
Zimanê îrlendî zimanê fermî ya yekem a Komara Îrlendayê ye û yek ji zimanên fermî yên Yekîtiya Ewropayê ye. Her wiha di Îrlendaya Bakur de wekî zimanekî kêmanî tê nasîn. Saziya Foras na Gaeilge ji nasandina zimên berpirs e.