Neteweyên Yekbûyî
From Wikipedia, the free encyclopedia
Neteweyên Yekbûyî, Neteweyên Yekgirtî yan jî NY, (bi îngilîzî: United Nations) rêxistineke navneteweyî ye ku armanca wî parastina aşitî û ewlekariya navneteweyî, pêşxistina têkiliyên dostanenya di navbera gelan de, bidestxistina hevkariya navneteweyî û bibe navendek ji bo lihevkirina kiryarên neteweyan. Neteweyên Yekbûyî, rêxistina navneteweyî ya herî mezin û naskirî ya cîhanê ye. Navenda Neteweyên yekbûyî li ser axa navneteweyî ya li bajarê New Yorkê ye û ofîsên din ên sereke li bajarên wek Jenev, Nairobî, Viyana û Den Haag hene.
Neteweyên Yekbûyî
| |
---|---|
| |
Logoya Neteweyên Yekbûyî | |
Sirûd: Hymn to the United Nations | |
Dewlet | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
Dema avabûnê | |
Damezrîner |
|
Serok | |
Sekreterê giştî |
|
Cihê baregehê | |
Xelat |
|
Pêk tê ji |
|
Rengê fermî | Şîn |
Îdeolojiya siyasî | Internationalism |
Malper | www |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Neteweyên Yekbûyî piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bi armanca pêşîlêgirtina şerên pêşerojê, li cihî Komela Gelan a ku bêbandor bu hate damezrandin. Di 25ê nîsana sala 1945an de 50 kes li bajarê San Franciscoyê ji bo konferansekê li hev civiyan û dest bi amadekirina Peymana Neteweyên Yekbûyî kirin ku di 25ê hezîrana sala 1945an de hat qebûlkirin û di 24ê cotmeha sala 1945an de dema ku Neteweyên Yekbûyî dest bi xebatên xwe kir, ket meriyetê. Li gorî Peymannameyê, armancên rêxistinê parastina aştî û ewlehiya navneteweyî, parastina mafên mirovan, gihandina alîkariyên mirovî, pêşvebirina geşedaniya domdar û parastina hiqûqa navneteweyî ye. Di despêka damezrandina saziyê de 51 dewletên dewletên endam hebûn.[1] Bi beşdariya Sûdana Başûr a di sala 2011an de, endamên rêxistinê gihiştin 193 dewletan ku hema hema hemî dewletên serwer ên li cîhanê ne.[2]