Riha (parêzgeh)
parêzgehekê Tirkiye / From Wikipedia, the free encyclopedia
Riha (bi tirkî: Şanlıurfa), parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Ev parêzgeh dikeve hundirê sinorên Komara Tirkiyeyê û ji aliyê başûr ve jî li sinorê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ye. Serbajarê parêzgehê bajarê Riha ye. Piraniya gelên parêzgehê kurd in û hindikahiyeke girîng jî ji ereb û ji tirkan pêk tê.
Agahiyên Praktîk Welat, Dûgel ...
Parêzgeha Rihayê Şanlıurfa | |
Koda parêzgehê: 63 | |
Nexşeya navçeyan | |
Nexşeya parêzgehê | |
Kargêrî | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Riha |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2018) | 2.030.809[1] kes |
Rûerd | 19.451 km2 |
Berbelavî | 97 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 13 navçe |
Hejmara bajarokan | 26 bajarok |
Hejmara gundan | 1.078 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 414 |
Malper | www |
Bigre
Li rojhilatê Rihayê Mêrdîn, li rojava Dîlok, li bakur Semsûr û li bakurê rojhilat jî parêzgeha Amedê cih digire. Nifûsa parêzgeha Rihayê ji sala 2018an vir ve ji du milyonê zêdetir e.
Parêzgeh ji sala 2012an vir ve xwediyê statuya bajarê mezin e.