Nîtrojen (bi fransî: nitrogène), bi yewnaniya kevn: ἀζωτικός, lat. azōtikós "bê jiyan") elementeke ku cara yekem di sala 1772an de ji alîyê bijîşkê Skotlandî Daniel Rutherford ve hatiye kifşkirin û îzolekirin. Dema ku hate tesbîtkirin ku nîtrojen di asîda nîtrîk û nîtratan de heye, navê nîtrojenê di sala 1790an de ji aliyê kîmyazanê Fransî Jean-Antoine-Claude Chaptal ve hate pêşniyar kirin. Nîtrojen nemetal e û endamê herî sivik ê koma 15 ya tabloya perîyodîk e ku bi gelemperî jê re pniktojen tê gotin. Ev element di gerdûnê de hêmanek hevpar e ku bi pirbûna tevahî di kadiz (bi înglîzî: milky way) û Sîstema Rojê de di rêza heftemîn de tê texmîn kirin. Di germahî û zexta standard de, du atomên elementê bi hev ve girêdidin û N2, gazek diatomî ya bê reng û bê bêhn çêdikin. N2 bi qasî ji sedî 78 atmosfera Cîhanê pêk tîne û ev yek nîtrojenê dike hêmana herî zêde ya nehevgirtî.
Agahiyên Praktîk Îzo, LC ...
|
Şeklê wê |
|
Bi tevayî |
Nav, direfş, nimre |
Nîtrojen, N, 7 |
Kom, vedor, blok |
15, 2, p |
Cure |
Nelajwerd |
Tîrbûn |
2,7 g/cm3 (25 °C) |
Agahî |
Giraniya atomê |
14,0067 u |
Nîveşkêla atomê |
65 (56) pm |
Nîveşkêla kovalansê |
71 pm |
Nîveşkêla Van der Waalsê |
155 pm |
Rêzbûna elektronan |
[He] 2s2 2p3 |
Rewşa di germiya odê de |
gazî |
Xala helînê |
63,05 K (-210,1 °C) |
Xala kelînê |
77,36 K (-195,79 °C) |
Kabikê molî |
13,54 · 10-6 m3/mol |
Derenceya bilindbûnê |
−3, −2, −1, 1, 2, 3, 4, 5 |
Oksîdên xwe |
N2O, NO, N2O3, NO2, N2O5 |
Elektronegatîfî |
3,04 (Pauling-Skala) |
Îzotop |
Îzo |
LC |
t1/2 |
ÇA |
EX MeV |
ENû |
13N |
{syn.}
| 9,965 d | ε | 2,220 | 13C |
14N |
99,634 %
|
Qayîm |
15N |
0,366 %
|
Qayîm |
16N |
{syn.}
| 7,13 s | β- | 10,419 | 16O |
|
Tevdîr girtin |
Nîşanên xeterê |
|
Bigre
Nîtrojen di hemû zîndeweran de, di serî de di asîdên amînî de (û bi vî awayî proteînan) di asîdên nukleyî (ADN û ARN) de û di molekula veguheztina enerjiyê, adenozîna sêfosfatî (ATP) de heye. Di laşê mirovan de ji hêla girseyê ve bi qasî ji sedî 3% nîtrojen heye. Piştî oksîjen, karbon û hîdrojenê çaremîn hêmana herî zêde di laşê mirovan de ye. Çerxa nîtrojenê, tevgera elementê ji hewayê, ber bi pêkhateya biyosfer û organîk rave dike, paşê vedigere atmosferê.