UNICEF
From Wikipedia, the free encyclopedia
UNICEF yan jî Fona Alîkariya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, (bi îngilîzî: United Nations International Children's Emergency Fund) fona zarokan a Neteweyên Yekbûyî û ajanseke Neteweyên Yekbûyî ye ku berpirsiyar e jibo peydakirina alîkariyên mirovahî û geşepêdan û rewşa zarokan li seranserê cîhanê dişopîne.[1] Ajans di nav rêxistinên civakî yên herî berbelav û naskirî de ye ku li seranserê cîhanê li 192 welat û deveran çalak e.[2] Xebatên sereke yên UNICEFê; peydakirina vakslêdan û pêşîlêgirtina nexweşiyan, birêvebirina dermankirina zarok û dayikên bi nexweşiye HIVê, zêdekirina xwarina zaroktiyê û dayikan, başkirina paqijiyê, pêşvebirina perwerdehiyê û peydakirina alîkariyên awarte ji bo bersivdana karesatan e.[3]
UNICEF | |
---|---|
Malper | UNICEF.org |
Ziman | Îngilîzî |
Avabûn | New York, DYA |
Xwedî | Encumena Aborî û Civakî ya Yekbûyî ya Neteweyan |
Destpêkirin | 11ê çileya pêşîna 1946 |
biguhêre |
UNICEF cîgirê Fona Awarte ya Zarokan a Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ye ku di 11ê kanûna pêşîn a sala 1946an de, li New Yorkê, ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye damezrandin. Di heman salê de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî UNICEF damezrand ku xebata alîkariyê ya piştî şer bêtir sazûman bike. Di sala 1950yan de qada erca wî hate berfirehkirin ku hewcedariyên demdirêj ên zarok û jinan, nemaze li welatên ku di asta pêşketine de ne, çareser bike. Di sala 1953an de, rêxistin bû beşek daîmî ya Sîstema Neteweyên Yekbûyî û her çend kurteya navê xweyê orîjînal biparêze jî navê saziyê bi forma xwe ya heyî hate guhertin.
Xebatên UNICEFê kêm be jî li Başûrê Kurdistanê heye. Mixabin ev sazî li dijî parçeyên din ên Kurdistanê bêdengiyê de ye. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê heya niha bi sedan zarok ji aliyê hêzên dûgelê ve hatine êşkencekirin, kuştin û birîndarkirin. Herwiha xebata zarokan jî ne qedexe ye û pirraniya zarokên Kurd rûyê dibistanê nabînin.
Yekkirina statûya keç û lawan, pêşîlêgirtina xebata zarokan, bidawîkirina pêkutiyên seksûel ên li dijî zarokan, bidawîkirina lêdana dê (mader) û zarokan, bidestxistin û nomîzekirina mafê perwerdeyê, qedexekirina çekgirtina zarokan hwd gelek peywidariyên FAZNYê hene. Sala 1965'î Xelata Nobel a aşitiyê werdigire.